Em agahîyên te çawa bi kar tînin?
Em wan agahîyên ku em berhev dikin bi kar tînin da ku, reklam jî tê de, tecrûbeyeke şexsîkirî pêşkêşî te bikin, digel armancên din ên ku em li jêr bi hûrgilî rave dikin. Ji bo hinek ji wan armancan, em li seranserî Berhemên xwe û seranserî cîhazên te agahîyan bi kar tînin. Ew agahîyên ku em ji bo van armancan bi kar tînin bi awayekî otomatîk ji alîyê pergalên me ve têne hêrandin. Lê hin caran, em nirxandina destî jî bi kar tînin da ku xwe bigihînin agahîyên te û wan binirxînin. Ji bo bikaranîna kêmtir agahîyên ku girêdayî bikarhênerên şexsî ne, hin caran em agahîyan ji nûve pênase dikin an jî kom dikin an jî bênav dikin da ku ew êdî te nede nasîn. Em van agahîyan jî bi heman awayî wekî wan agahîyên te bi kar tînin yên ku di vê beşê de hatine pênasekirin.
Em agahîyên te bi van awayên li jêr bi kar tînin:
Ji bo pêşkêşkirin, şexsîkirin û pêşvebirina Berhemên me
Em wan agahîyên li ber destên xwe bi kar tînin da ku Berhemên me pêşkêş bikin û wan pêşve bibin. Tê de ev hene: Derbarê wê yekê de zêdetir bixwîne ka em agahîyan çawa bi kar tînin da ku Berhemên xwe pêşkêş bikin, şexsî bikin û pêşve bibin.
Ji bo pêşvebirina selametî, ewlehî û hevgirîyê
Em wan agahîyên ku em berhev dikin bi kar tînin da ku mirovan ji zirarê biparêzin û Berhemên selamet û ewle pêşkêş bikin.
Ji bo pêşkêşkirina pîvan, analîz û xizmetên karsazîyê
Gelek mirov bawerîya xwe didin Berhemên me da ku karsazîyên xwe bi rêve bibin. Em ji wan re dibin alîkar ku bipîvin ka reklamên wan û naverok, berhem û xizmetên din çawa dixebitin.
Ji bo ragihandina ligel te
Em bi rêya agahîyên ku te dane me, wekî agahiyên têkiliyê yên ku te li ser profîla xwe nivîsîne, ligel te ragihandinê dikin.
Ji bo vekolîn û nûkerîya başîya civakî
Em agahîyên li ber destên xwe, agahîyên ji vekoler û rêzedaneyên ji çavkanîyên bo her kesê berdest, komên porfesyonel û komên neticarî bi kar tînin da ku vekolîna pêk bînin û piştevanîya wan bikin.
Zêdetir di Polîtîkaya Mehremiyetê de